Medya Tirk: Trump teklîfa Erdogan a bo S-400an qebûl kir
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya ajansa dewleta Tirkiyê di pêwendiye telefonî ya roja Çarşemê ku di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêk hat de, Trump teklîfa Erdogan a derbarê koma xebatê bo S-400an erênî pêşwazî kiriye.
Li gor nûçeyê Trump di pêwendiya telefonî de ji Erdogan re gotiye, "Min fikrê cenabê te yê derbarê avakirina koma xebatê bo S-400an eciband.”
Berî niha jî Enqerê ji Washingtonê re gotibû, “Em komîsyoneke hevbeş ava bikin û bila ew komisyon bandora S-400an a li ser balafirên F-35an binirxîne.”
Ev nûçeya medya tirk di demeke ku rayedarên Koşka Spî gefa dorpêçan li ser mijara kirîna sîstemên parastina hewayî yên S-400an li Tirkiyê dixwin hat belav kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin