Medya Tirk: Erdogan di hilbijartinên serokomariyê de rêjeya sedî 50+1 betal dike
PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke medya Tirk, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku demek berê li dijî daxuyaniyên baroyên parêzeran û odeyên bijîşkan gotibû, ew dê sîstema hilbijartinên wan biguherînin, niha jî dixwaze sîstema hilbijartina seroktiyê jî biguherîne.
Li gorî yasaya sîstema seroktiyê ya ku Erdogan cara ewil pê tê hilbijartin, du gerên hilbijartinên hebûn û di gera diduyan de kîjan namzed ji sedî 50yê dengan zêdetir dengekî bistîne dibû serokomar.
Rojnameya Yenîçag a Tirkiyê di nûçeyeke xwe de îdia dike ku Erdogan ferman daye; xebat li ser sîstema hilbijartina serokomariyê jî bê kirin û li şûna du gerên hilbijartinê û wergirtina ji sedî 50+1ê dengan, di gera yekemîn de kesê zêdetir dengan bistîne wekî serokomar were hilbijartin.
Heger sîstema hilbijartina seroktiyê were guhertin û di tûrekê de encam were standin, dê benda rêjeya hilbijartina serokomariyê jî rabe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin