Medya Amerîkî: Trump cezayên S-400ên Rûsî yên bo Tirkiyê îmze kir
PeyamaKurd – Ajansa Bloomberg a Amerîkî ragihandiye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya radestkirina posta seroktiyê bo Joe Biden, hejmarek biryarên cezakirina Tirkiyê ji ber kirîna sîstema moşekî S-400 a Rûsî îmze kir.
Bloombergê naveroka wan cezayên li ser Tirkiyê têne sepandin eşkere nekiriye, lê belê ew ceza di çarçoveya yasaya CAATSAyê de hatine sepandin ku beriya niha jî çûbû ber destê Donald Trump lê îmze nekiribû.
Li gorî yasayên Amerîkî ji 12 cezayên hatine diyarkirin pêwîste Serokê Amerîka herî kêm 5an ji wan bibijêre û îmze bike.
Di hinek nirxandinên medya cîhanî de tê gotin ku îmzekirina beşek ji cezayan ji aliyê Turmp ve bi dilê Tirkiyê ye ku nedixwest di serdema Joe Biden de cezayên girantir werin ferzkirin.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku Tirkiyê S-400ên rûsî kirîn, Amerîkayê Tirkiye ji bernameya balafirên nifşê nû F-35an derxistibû du balafirên Tirkiyê jî radest nekiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin