Medya Amerîkî | Gelo Trump çima nekarî Erdogan razî bike?

08 October 2019 17:43 0 dîtin
Medya Amerîkî | Gelo Trump çima nekarî Erdogan razî bike?

PeyamaKurd – Ji medya Amerîkî kovara Newsweek û malpera NBC Newsê bi zarê rayedarên Koşka Spî derbarê naveroka pêwendiya telefonî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a roja Yekşemê de, zanyarî parve kirin.

Li gorî medya Amerîkî, Trump biryara vekişînê bêyî şêwra Pentagonê daye û Trump digel hemû hewlên xwe jî nekariye Erdogan razî bike ku operasyonê pêk neyîne.

NBC News, bi zarê 4 rayedarên berê û nû yên Koşka Spî li ser piştperdeya pêwendiya Erdogan-Trump dibêje, ew hevdîtin ji bo hêrsa Erdogan ji ber pêknehatina hevdîtina meha borî li Civata Giştî ya NY kêm bike hatiye pêkanîn û Trump jî xwestiye vê rewşê zimanekî nerm çareser bike.

Heman rayedarên Amerîkî didin zanîn ku pêwendiya roja Yekşemê li gorî tê xwestin çênebûye û Trump jî nekariya Erdogan razî bike ku nekeve Sûriyê.

Li gorî rayedaran Trump ji Erdogan re gotiye, operasyoneke ji bo avakirina herêma ewle ya bi sînor ew dikarin qebûl bikin, lê operasyoneke ku bibe sedema dagirkeriyeke berfireh nayê qebûlkirin.

Dîsa Trump ji Erdogan re gotiye, heger operasyona leşkerî encam bidin, dê Amerîka ji tevahiya Sûriyê hêzên xwe vekişîne.

Li gorî vegotina rayedarekî payebilind ê Amerîkî, Trump di axaftina telefonê de bi tundî dijî hizra operasyona leşkerî derketiye û fişar jî li ser Erdogan kiriye û gotiye, pêwîste artêşên herdu welatan vê mijarî binirxînin ku rêkeftina herêma ewle jî bikêr hatiye.

Lê belê tevî hemû fişarên Trump jî Erdogan di operasyonê de israr kiriye û Trump jî jê re daye zanîn û gotiye, “Hûn vê bikin, hûnê ti piştgiriyekê nestînin”.

Di raporta Newsweekê de jî rayedarên ewlekariya netewî yên Amerîkî li ser wê pêwendiyê gotine, Trump di gotûbêjên ligel Erdogan de têk çûye û wekî ku bixwaze bi ser bikeve vekişîna leşkeran daye pêş û tevî ku piştgirî nedaye operasyonê jî ti gefên dorpêçên aborî li Tirkiyê nekiriye.

Heman çavkaniyên medya Amerîkî dibêjin, di pêwendiya telefonê de teklîfa berpirsiya DAIŞiyên girtî ku Tirkiye bigire ser xwe jî ji Erdogan hatiye neku Trump ew pêşniyaz kiriye.