Medya Tirk | Trump û Erdogan li hev kirin: Operasyona Minbicê dest pê dike
PeyamaKurd - Li gor raportên medya Tirkiyê, komên çekdarên Sûriyê yên bi piştevaniya Tirkiyê kar dikin, ber bi eniyên şer ên Minbicê ve pêşve diçin.
Hat diyarkirin ku ew hêzên bi piştevaniya artêşa tirk amadekariya operasyonê dikin, li bendê ne ku bi kordînasyona Amerîka-Tirkiye leşkerên Amerîkî ji Minbicê vekişin daku operasyonê bidin destpêkirin.
Medya Tirk îdia dike ku piştî hevdîtina Trump-Erdogan veguhestina hêzên artêşa Tirk bo herêmê zêde bûye û glopa kesk bo operasyona ser Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) li Minbic û Rojhilatê Firatê hatiye vêxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin