Erdogan: Amadekirina destûreke nû ji bo Tirkiyê yek ji armancên me yên sereke ye
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna “Vîzyona Sedsala Tirkiyê” de axivî û got, amadekirina destûreke nû ji bo Tirkiyê yek ji armancên wan ên sereke ye.
Erdohan li bajarê Enqere yê Tirkiyê, civîneke bi navê “Vîzyona Sedsala Tirkiyê” saz kir û eşkere kir ku wan di dema desthilata xwe de milyonek û 170 yekeyên niştecihbûnê avakirine û got: “Me nûjenkirina 3 milyon yekeyên niştecihbûnê jî temam kir. Bi vê yekê jî 12 milyon welatiyên me bi awayek ewle di yekeyên niştecihbûnê de dijîn.”
Herwiha Erdogan destnîşan kir, wan di desthilata xwe de gelek proje û karên girîng ji bo Tirkiyê kirine, lê wan nikariye Destûra Tirkiyê biguherin û got: “Amadekirina destûreke nû ji bo Tirkiyê yek ji armancên sereke yên vîzyona me ya sedsala Tirkiyê ye.”
Di berdewamiyê de destnişan kir: “Tevî ku di dema hikûmetên me de, me gelek guherîn di destûrê de kirine jî, lê heta niha kêmasî hene. Dema vê destûra derbeya 12ê Îlonê ji zû de temam bûye ku xizmeta zordariyê dike. Hewlên me ji bo ji nû ve amadekirina destûrê berdewam bûn, lê ji ber amadenebûna aliyên opozîsyon hewlên me bi ser neketin. Hebûna destûreke nû ji bo welatê me yek ji armancên herî sereke yên vîzyona me ya sedsala Tirkiyê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin