Herzog û Erdogan têkiliyên Îsraîl û Tirkiyê gotûbêj kirin: Hevdu pîroz kirin!
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog bi rêya pêwendiyeke telefonê têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê gotûbêj kirin.
Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê eşkere kir ku di pêwendiya telefonî ya duh êvarê çêbûye de pêwendiyên Tirkiye-Îsraîlê hatine gotûbêjkirin.
Di pêwendiya telefonî de, Serokomarê Îsraîlê Herzog meha Remezanê pîroz kir û Erdogan jî Cejna Bêhevîrtirşk a Mûsewî ya meha Nîsanê pîroz kir.
Hat diyarkirin ku Erdogan, ji ber hevkarî û piştgiriya ku Îsraîlê di erdhejê de kiriye, spasiya Herzog kir û got ku ew dixwazin pêwendiyên Tirkiye-Îsraîlê xurtir bibin.
Erdogan ji Herzog re gotiye, di van rojên ku meha Remezanê nêzik dibe de, pir girîng e ku destûrê nedin gef û metirsiyên dijî statûya Mescîda Eqsayê û ji bo hewlên parastina aramî û statûkoyê jî spasiya Herzog kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin