Erdogan û Gantz li ser pêsxistina têkiliyên Îsraîl-Tirkiyê axivîn

27 October 2022 19:53 0 dîtin
Erdogan û Gantz li ser pêsxistina têkiliyên Îsraîl-Tirkiyê axivîn

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 27ê Cotmehê li Enqereyê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz kir.

Piştî civîna ku Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî beşdarî kir, hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser danûstandinên piştî asayîkirina pêwendiyên herdu welatan hatiye axaftin.

Akar piştî civînê ragihand, “Tirkiye û Îsraîl aktorên girîng ên herêmê ne. Herwiha di navbera Tirkiye û Îsraîlê de girêdanên cidî yên dîrokî û çandî û nirxên hevbeş hene.”

Herwiha Akar destnîşan kir ku wê pêwendî û hevkariya bi Îsraîlê re ji pêşxistina berevanî, ewlehî, aştî û îstiqrara herêmê re bibe alîkar.