Middle East Eye: Dadgeha Tehkîmê ji ber statuya fermî ya Kurdistanê 4 giliyên Iraqê red kiriye
PeyamaKurd – Nîqaşên li ser biryara hefteya borî ya Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya li Parîsê ku derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de daye û hinardeya li ser xetên borîya Ceyhanê rawestiyaye berdewam dikin.
Malpera Middle East Eye ya navenda wê London e, raporeke berfireh li ser biryarê amade kiriye ku tê de dibêje, ji pênc beşên doza giliya Iraqê yê li dijî Tirkiyê ji ber hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, di çar beşan de giliyê Iraqê ji aliyê dadgehê ve hatiye red kirin bi sedema ku Herêma Kurdistanê statuyeke yasayî ye di çarçoveya destûra Iraqê de.
Dadgehê tenê di beşekê de maf daye Iraqê, ew jî ji ber wê guhertinê bûye ku sala 2010an di rêkeftina boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyê de hatiye kirin, ku di navbera Wezîrê Petrolê yê Iraqê yê wê demê Hisên Şehristanî û Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê yê wê demê Taner Yildiz de hatiye kirin.
Di heman demê de Tirkiyê di giliyê xwe yê li dijî Iraqê de qezenc kiriye, ji ber Iraq pabendî rêjeya hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyê nebûye.
Middle East Eye diyar kiriye ku di dosyeya giliyê Iraqê yê li dijî Tirkiyê li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de, di rastiyê de berevajî wê yekê ye ku Iraq nîşan dide û hikûmeta Iraqê li gorî biryara dadgeha tehkîmê bi ser neketî ye.
Tirkiyê ji roja Înê ve hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê rawestandiye û zirareke pir mezin gihîştiye sektora petrolê li Herêma Kurdistanê.
Çavkaniyên pispor ên Middle East Eye gotine, berpirsên Bexdayê behsa hemû naverok û aliyê biryara dadgehê nakin.
Çavkaniyekê gotiye, “Iraqiyan li ser binpêkirina rêkeftina sala 1973an a taybet bi boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyê ji aliyê Tirkiyê ve di çar waran de gilî li dijî wî welatî kirine ku ew jî; depokirin, veguhestin, mafê bikaranîna reha, mafê gihîştin û barkirina petrolê. Iraq di giliyê xwe de tenê di beşa barkirinê de qezenc kiriye.”
Wekî sedema beşa biryara di berjwendiya Iraqê de jî wiha hatiye diyarkirin:
“Dadgehê biryar daye ku Tirkiyê tenê di beşa barkirinê de rêkeftin binpê kiriye. Ew jî ji ber ku Tirkiyê li ser daxwaz û li gor talîmatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê petrol veguhestiye û li keştiyan bar kiriye. Sedema wêya jî ew e ku sala 2010an guhertin di rêkeftina boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyê de hat kirin û xalek lê hat zêdekirin ku li gor wê, tenê kompanyaya SOMO ya ser bi Wezareta Petrola Iraqê ve xwedî destbilat e ku daxwaza barkirina petrolê bike.”
Li gorî nûçeyê divê Iraq %50 ziraran li xwe bigre ku bi sedema kêmkirina nirxa petrolê çêbûne. Ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku beşek e ji hikûmeta Iraqê, di firotina petrolê de qezenc kiriye û ew (qezenc) ji bo xerciyên xwe bi kar aniye.
Çavkaniyekî din ê Middle East Eye behsa giliyekî hikûmeta Tirkiyê kiriye ku li dadgehê li dijî hikûmeta Iraqê tomar kiriye û berpirsên Iraqê jî naxwazin behsa wan giliyên Tirkiyê bikin.
Ew giliya Tirkiyê derbarê kêmiya qebareya veguhastina petrolê di boriyan de, nedana pereyê veguhastinê yên dehan salên berê de ye.
Li gor rêkeftina boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyê, Iraq pabend e ku qebareyeke diyarkirî ya petrolê di boriyan de bişîne, daku ew borî mifaya xwe ya aborî ji dest nedin.
Qebareya wê petrola ku bi kêmanî divê Iraq pabendê wê be, li gor rêkeftinê wiha ye:
Sala 2010an; 22 milyon ton petrol
Sala 2011; 27 milyon ton petrol
Sala 2012; 32 milyon ton petrol
Sala 2013; 35 milyon ton petrol
Dadgehê di berjewendiya Tirkiyê de biryar daye ku Iraq 600 milyon dolar tazmînatê bide Tirkiyê, ji ber ku pabendê xalên rêkeftina di navbera herdu aliyan de nebûye.
Roja Sêşemê 29ê Adara 2023, Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de piştrast kir ku ji pênc beşên giliya Iraqê, dadgehê tenê di beşekê de di berjewendiya Iraqê de biryar daye û di 4 beşên din de dadgehê di berjewendiya Tirkiyê de biryar daye.
Di daxuyaniya Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê de tekezî li wêya hatiye kirin, ku çavkaniya sereke ya wê dosyeya yasayî, nakokiya navbera her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê li ser awayê rêvebirina sektora petrolê ye.
Heman wezaretê tekez kiriye, ku ji sala 1973an ve Tirkiyê bi milyaran dolar ji bo çakkirina boriyên petrolê xerc kiriye.
Di dawiyê de hatiye gotin, di çar beşan de dadgehê di berjewendiya Tirkiyê de biryar daye û daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kiriye ku tazmînatê bide Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin