Mihemed Cefer Sedir ji namzediya serokatiya hikûmeta nû ya Iraqê vekisiya
PeyamaKurd – Mihemed Cefer Sedir, ji namzediya serokatiya hikûmeta nû ya Iraqê vekişiya.
Li gor hat ragihandin, namzedê Hevpeymaniya Rizgartiya Niştiman ji bo posta Serokwezîrê Iraqê Mihemed Cefer Sedir, îro Duşemê dest ji postê namzediya serokatiya Iraqê vekişiya.
Mihemed Cefer Sedir li ser twittera xwe diyar kir: “Min namzediya Sedir ji bo piştgirîkirina li projeya wî ya çaksaziyê niştimanî qebûl kiribû, lê niha dema lêborînê û dema vekişînê ye.”
Cefer Sedir herwiha destnîşan kir: “Spas ji bo cenabê wî û Hevpeymaniya Rizgartiya Niştiman ji bo baweriya wan bi min.”
Hat eşkerekirin, Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî, piştî ku Muqteda El Sedir daxwaz ji Serokê Fraksiyona Sedir Hesen Azerî li Encûmena Nûneran a Iraqê kir ku destjikarberdana parlamenterên Tevgera Sedir pêşkêşî Serokê Parlamentoyê bike, destkişandina parlamenterên bloka Sedirî pesend kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin