Mihemed Helbûsî li Bexda bi Rêberê Tevgera Sedir re civiya

05 November 2021 11:59 0 dîtin
Mihemed Helbûsî li Bexda bi Rêberê Tevgera Sedir re civiya

PeyamaKurd – Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî li Bexda bi Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir re civiya.

Nivîsingeha Helbûsî bi daxuyaniyekê diyar kir, Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir û Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî li Bexdayê civiya ne û encamên hilbijartinan û taneyên aliyan û astengiyên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna Hikûmetê gotûbêj kirine.

Piştî hilbijartinên 10ê meha borî, ev cara yekemîn e ku Rêberê Tevgera Sedir serdana aliyekî siyasî dike.

Tevgera Sedir di hilbijartinan de, 73 Kursî bidest xistine. Hevpeymaniya Teqedum jî mezintirîn aliyê serkeftî yê Sunne ye ku 37 kursî bidest xistine.

Di hilbijartinên vê carê de, di nav aliyên Kurdistanî de jî Partiya Demokrata Kurdistanê bi 33 kursiyan zêdetirîn kursî bi dest xistine û bi giştî aliyên Kurdî 63 kursî bi dest xistine.