Mihemed Siya Sûdanî: Ez ê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bihêz bikim
PeyamaKurd – Mihemed Şiya Sûdanî yê ku ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatiye erkdarkirin gotara xwe yekem pêşkêş kir û da zanîn, ew ê hemû hewldanên xwe bike ji bo pêkanîna kabîneyeke bihêz û parastina serweriya Iraqê û rûbirûbûna gendeliyê û herwiha ew ê ji bo nehiştina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bixebite.
Mihemed Şiya Sûdanî di gotara xwe de li ser kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de axivî û diyar kir, ew ê ji bo nehiştina nakokiyên navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bixebite û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bihêz bike.
Sûdanî destnîşan kir: “Em endamên gelekî ne û di xweşî û nexweşiyê de bi hev re ne û em ê ji bo kesên destpak û şayeste bikin namzed, bixebitin.”
Herwiha di beşeke din a gotara xwe de got: “Ez bi awayekî bêalî kar dikim û piştevaniya azadiyan dikim û daxwaza gotûbêja berfireh û vekirina rûpeleke nû dikim ji bo pêkanîna hikûmeteke bihêz.”
Herî dawî eşkere kir: “Em daxwazên ciwanan ji bîr nakin, rûbirûbûna xizmetguzariyên kêm û tunebûna derfetên kar û enflasyonê dibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin