Mihemed Siya Sûdanî îro bi serdaneke fermî diçe Tirkiyê

21 March 2023 11:34 0 dîtin
Mihemed Siya Sûdanî îro bi serdaneke fermî diçe Tirkiyê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îro bi serdaneke fermî diçe Tirkiyê.

Serokatiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê diyar kir, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, rojên 21-22ê Adarê serdana Tirkiyê dike.

Hat ragihandin ku wê Mihemed Şiya Sûdanî bi Erdogan re hevdîtinê bike. Di rojevê de hebûna PKKê ya li Herêma Kurdistanê, avadankirina ji nû ve ya Iraqê, pirsgirêka avê di navbera her du welatan de û pêşxistina pêwendiyên her du welatan heye.

Herwiha wê mijarên herêmî û navdewletî jî di civînê de bêne rojevê.

Sûdanî, piştî ku sala 2022yan hat hilbijartin, yekem car bi serdaneke fermî diçe Tirkiyê.