Misir, Urdin û Bahreyn seferên balafiran bo Iraqê rawestandin

07 January 2020 22:37 0 dîtin
Misir, Urdin û Bahreyn seferên balafiran bo Iraqê rawestandin

PeyamaKurd-Piştî gengeşeyên ku li Bexdayê û seranserê Iraqê çêbûn, dewleta Misrê, Urdin û Bahreynê seferên balafiran bo Bexdayê betal kirin.

Berdevkê wezareta Karên sîvîl yên Hewayî Basil Abdulkerîm bi nivîskî ragihand ku seferên balafiran bo Bexdayê yên di 8 û 9 ê mehê de rawestandine. Biryar bo ewlehiya canê mirovan hatiye dayîn.Eger li Bexdayê aramî çêbibe wê sefer car din destpêbikin.

Urdun û Bahreyn jî di 3 yê mehê de ragihandibûn ku seferên balafirên xwe heya rojeka nediyar rawestandine.