Mistefa Hicrî li ser wefata Pertew Kirmasanî peyameke sersaxiyê belav kir

26 January 2022 19:39 0 dîtin
Mistefa Hicrî li ser wefata Pertew Kirmasanî peyameke sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî,  bi bondşa koça dawî ya Mamosta Pertew Kirmaşanî peyameke sersaxiyê belav kir.

Şairê navdar ê Kurdê Rojhilat Pertew Kirmaşanî koça dawî kir

Peyama Mistefa Hicrî wiha ye:

Mergê Helbestvan, neteweyekê daxbar dike

Mixabin mamostayê hêja û helbestvanê gel û ziman û welat, Elî Eşref Nebewî, naskirî bi Pertew Kirmaşanî, koça dawî kir. Helbestvanek ku li serdemê 2 rejîmên paşayetî û îslamî de, ku herdûk jî di rastî de wekî hev bi dijî Kurd û Kurdistanê bûn, Pertew serê xwe li hember sitemkariya wan de xwar nekir û xizmetekî mezin li rêka hezaran bend helbestan ve bi zimanê netewe û nîştmanê xwe kir.

Axa dewlemend û tejî ji hunere Kirmaşanê, qetê cergê Kurdistanê welatê me yê xoştewî, helbestvanekî derwest li himbêza xwe girtibû, em hemî bi mirna wî daxbar bûn, lê helbest û xizmetên wî bi ziman û çanda netewa wî hertim zindye û zarok û nevyên Kurdan dê pê bigehin.

Bi boneya koça dawiya helbestvanê payebilind “Pertew Kirmaşanî” ez serxweşiyê pêşkêşî hemî netewa Kurd û bi taybetî xelkê welatparêze Kirmaşanê û civata vêje û rewşenbîriya Kurdistan û malbata bi kedere wan dikim.

Riha Pertewê helbestvan şad û Kurdistan avedan.

PDKÎ Lêpirsyarê Giştî Mistefa Hicrî

26ê Kanûna Paşîn a 2022