Mizgîn Yalçin ji ber navên Kurdî yên bajaran wek armanc hat nîsandan
PeyamaKurd - Mamosteya Kurdî Mizgîn Yallçin ku li ser înternetê online dersên zimanê Kurdî dide, ji ber ku bi videoyekî navên bajaran bi Kurdî fêrî xwendekaran dike wek aramanc hatiye nîşandan.
Mizgîn Yalçin a ku li Gundê Malabadê ya ser bi Farqîn a navçeya Diyarbekirê mamostetiyê dike, ji ber ku aramanc hatiye nîşandan ji parêzeran piştgiriya hiqûqî xwest.
Mizgîn Yalçin li ser medyaya civakî bi vîdeoyên ku li odeyeke mala xwe ya Êlihê amade dike dersên Kurdî dide.
Yalçin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê bi navê “Kurdî Online” vîdyoyên dersên xwe parve dike.
Ji Kurdistan, Amerîka, Almanya, Holanda, Azerbaycan û Tirkiyeyê xwendekarên wê hene.
Mamoste Mizgîn herî dawî li ser medyaya civakî vîdyoyek belav kir û navên bajaran bi Kurdî ji xwendekaran re vegot.
Ev vîdyo ji aliyê hin kesan ve bê destûr hate parvekirin û wekî armanca hate nîşandan.
Hinek bikarhêner vîdyoya mamoste Mizgînê parvekirine û tê de Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê û Birêveberiya Giştî ya Ewlehiyê etîket kirine û wê wek armanc nîşan dane.
Hesabê “Kurdî Online” yê mamoste Mizgînê ji aliyê 76 hezar kesan ve tê şopandin.
Mizgîn Yalçin di sala 2021an de jî ji ber vê xebata xwe ya li ser medyaya civakî xelata "Rahênera Herî Baş a Youtuber" wergirtibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin