MSB: Li Heftanînê 2 leskeran jiyana xwe ji dest da

03 January 2020 12:12 0 dîtin
MSB: Li Heftanînê 2 leskeran jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Netewî ya Tirkiyeyê aşkere kir ku li Heftanînê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Berevaniya Netewî ya Tirkiyeyê (MSB) aşkere kir ku li Heftanînê di dema operasyonê de 2 leşker mirine. 

Li gorî daxuyaniya MSBê li nav sînorê Herema Kurdistanê operasyona bi navê “Pence-3yê” tê pêkanîn. Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku operasyona hewayî hatiye destpêkirin.

Hêjayî bibîrxistinê yê ku di heman operasyonê de 25ê Tebaxa 2018an 3 leşker û 2yê Berfanbara 2018an de jî leşkerek miribû.