Li Mêrdînê û Colemêrgê 2 leskeran jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd - Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 2 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, leşker derketine operasyonê û di dema operasyonê de pevçûn di navbera endamên PKKê û leşkeran de derket û leşkerekî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî pevçûn derketi û leşkerek mir.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) daxuyaniyek weşand û got ku leşkerek di dema pevçûnê de bi giranî birîndar bûye û ew bi lez û bez rakirine nexweşxaneyê. Digel hemû midaxeleyên pêwîst jî wî leşkerî jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin