MSB: Li Colemêrgê 2 leskeran jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – MSBê ragihand ku li Colemêrgê di dema perwerdeya çekan de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û 2 leşker jî birîndar bûne.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li Çelê ya Colemêrga bakurê Kurdistanê 2 leşkeran di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dane û 2 leşker jî birîndar bûne.
— T.C. Millî Savunma Bakanlığı (@tcsavunma) January 16, 2020
Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, “15ê mehê li herêma Çelê ya Colemêrgê di dema perwerdeya çekan de 2 leşkerên me jiyana xwe ji dest dane û 2 leşker jî birîndar bûne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin