Muharrem Ince seredana Ahmet Türk kir

26 August 2019 22:48 0 dîtin
Muharrem Ince seredana Ahmet Türk kir

PeyamaKurd- Muharrem İnce yê ji partiya CHP ê seredana Ahmet Türk kir. Ahmet Türk demek berê ji aliyê wezareta karên hundir yê Tirkiyê de ji şaredariya Mêrdînê dest ji wezîfê hatibû kişandin.

İnce seredana Türk li baregeha navendê ya HDP ê kir. İnce ragihand ku wê destekê bide Ahmet Türk û got ku di rakirina erka parlementeran de CHP xeta kiriye. İnce weha got:

“Bi temamê qeweta xwe divê em dahatûya xwe ava bikin. Wê xelk bêje çi? Bi vê pirsê siyaset nayê kirin. Esas mijar tiştên ku em dikin raste an na, ew girîng e. Mînak berê xetayên partiya me û ya HDP ê jî çêbûn. Di mijara rakirina erka parlementeran de xeta partiya min çêbû. Min deng neda û tewrê xwe danî. Di referandûma 2010an de partiya we xeta kir, boykot kir. Niha vana hemû deyne aliyekê. Desteka me bo we ye.”