Muharrem Ince wê here serdana Selahattin Demirtas!
PeyamaKurd- Namzetê CHPê yê Serokomariya Tirkiyê Muharrem İnce xebatên xwe yên hilbijartinê li bajarê xwe Yalovayê dane destpêkirin.
Muharrem İnce got ku ez ê namzetê HDPê Selahattin Demirtaş di hepsê de ziyaret bikim û namzetên dî jî bibînim.
Muharrem İnce wiha dewam kir: Divê hilbijartin di şertên azad, adil û wekhev de were kirin. Ji bo demokrasiyê, nêrîna min ev e. Ez ê serdana hemî namzetan bikim. Ez ê ji hemiyan cevanê bixwazim. Ez ê teklîfa hevdîtinê ji Meral Akşener jî û Dogu Perînçek û Temel Karamollaoglu jî bixwazim. Ez hêvî dikim ku bi wan re pirsgirêkên Tirkiyê di şertên azad de biaxivim.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin