Ozgur Ozel wê îro serdana Selahattin Demirtas bike

21 October 2024 10:03 0 dîtin
Ozgur Ozel wê îro serdana Selahattin Demirtas bike

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel wê îro li Girtîgeha Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli bike.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, ji bo serdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli yên ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ne, serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê da.

Serlêdana Ozel bi ser ket, serdan wê roja Duşemê (îro) saet 11.00an pêk were.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, beriya serdana Ozgur Ozel, li ber deriyê girtîgehê, wê li gel romana "Dueta li Arafê" ku Selahattin Demirtaş û Yîgît Bener beriya hevdîtinê bi hev re bi rêya nameyan nivîsandine, metna bangê bidin Ozel.

Metna bangê wê yek ji mijarên sereke yên hevdîtina Demîrtaş û Ozel be û piştî serdanê wê ji aliyê Demîrtaş ve bi raya giştî re were parvekirin. Naveroka metna bangê hîna nayê zanîn.