Mûsil | Li Telaferê çeteyên DAISê hatin bombebarankirin!
PeyamaKurd – Hat tekezkirin ku Yekîneya Dijî Terorê ya Iraqê li navçeya Telafer a Mûsilê nuqteyên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê bombebaran kirin.
Derbarê operasyonên li dijî herêmê de, Yekîneya Dijî Terorê ya Iraqê ragihand, li zincîre çiyayê Şêx Îbrahîm li navçeya Telafer a Mûsilê, li dijî DAIŞê bombebaran hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bomberdûman ji aliyê helîkopterên leşkerî ve hatiye kirin û stargehên çekdarên DAIŞê hatine hedefgirtin.
Di daxuyaniya Yekîneya Dijî Terorê ya Iraqê de, derbarê ziyanên DAIŞê de tu agahî nehatine parvekirin.
Di Hezîrana 2014an de DAIŞê tevahiya parêzgehên Mûsil, Selahedîn û Enbarê û herwiha beşek ji Diyala û Kerkûkê kontrol kiribûn û bi salan ev dever ji rêxistinê hatin derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin