Li Mûsilê 13 çekdarên DAISê hatin kustin

26 August 2020 13:00 0 dîtin
Li Mûsilê 13 çekdarên DAISê hatin kustin

PeyamaKurd – Di operasyona li dijî DAIŞê de, li bajarê Mûsilê ya Iraqê herî kêm13 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û gelek jî hatin girtin.

Li gor fermandeyê operasyonan li Mûsilê Îsmaîl Mehlawî ragihand, hêzên wan li derdora bajarokên Geyare û Şore yên Mûsilê li dijî çekdarên DAIŞê operasyonek pêk anîn.

Herwiha Mehlawî da zanîn, di wê operasyonê de 13 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 23 çekdar jî hatin girtin.

Wî fermandeyê artêşa Iraqê da zanîn, ew ê çend rojên din li deverên din yên Mûsilê jî operasyonên bi vî rengî pêk bînin.