Yehya Resûl: 42 çekdarên DAISê li Mûsilê hatin kustin
PeyamaKurd – Li Mûsilê di encama operasyoneke Dijeterora Iraqê de, 42 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Li gor Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl derengiya şeva borî bi daxuyaniyekê diyar kir:
“Piştî bidestketina zanyariyên hewlagîriyê, Hêza Dijeterorê êrîş bir ser navçeya Eyn Cehiş ku çekdarên DAIŞê lê çalak in û 42 çekdar kuştin.”
Yehya Resûl da zanîn:
“Hêzên Dijeterorê di du rojên borî de rûbirûyî çekdaran bûn. Çekdar neçar bûn bi paş ve vekişin û xwe di şikeft û tomelan de veşêrin û Piştre jî pevçûn bi bombe û narincokan di nava wan şikeft û tonelan de derket.”
Herwiha destnîşan kir:
''Di wê operasyonê de 42 teroristên DAIŞê hatin kuştin. Di nava wan waliyê Dicle Beraa û cîgirê wî Ebû Mehmûd, berpirsê ragihandinê Ebû Seyaf û cîgirê wî Sicad jî hebûn.''
Herî dawî Yehya Resûl diyar kir:
“Di nava bargehên çeteyên terorîst de hejmarek çekên curbecûr û diravên biyanî û navxweyî hatin dîtin.”
Diyar kir jî:
“Operasyon bi desteka hêzên esamanî yên ji artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêk hatiye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin