Mustafa Sentop car din bû serokê meclisa Tirkiyê

07 July 2020 21:57 0 dîtin
Mustafa Sentop car din bû serokê meclisa Tirkiyê

PeyamaKurd- Bo bijartina serokê Meclisa Tirkiyê, namzedên AKP ê, HDP ê, İYİ Parti, CHP ê û TİP ê bi hevre ketin pêşbirkê. Di dengdana yekem de 556 parlementer tevlî dengdanê bûn. Namzedê AKP ê Mustafa Şentop 324, namzedê CHP ê Haluk Koç 131, namzedê HDP ê Erol Katırcıoğlu 50, namzedê İYİ Partiyê İmam Hüseyin Filiz 34, namzedê TİP ê Erkan Baş 9 dengan anî. 8 deng jî hatin betalkirin.

Di dengdana yekem û duyem de namzed nikaribûn bibin serokê meclisê û bên hilbijartin. Lê di dengdana sêyem de namzedê AKP ê û MHP ê Mustafa Şentop bi 328 dengan bû serokê meclisa Tirkiyê.