Muzîkjena navdar a Îranê û dergistiyê wê hatin kustin

05 September 2024 19:02 0 dîtin
Muzîkjena navdar a Îranê û dergistiyê wê hatin kustin

PeyamaKurd - Medya Îranê ragihand ku akademîsyen û muzîkjena navdar û mamosteya santûrê ya Zanîngeha Tehranê Yasmîn Rahmetî û destgirtiyê wê hatin kuştin.

Li groî nûçeyê Rahmetî û destgirtiyê wê li pêşiya mala wê ya li bajarê Reşt a li bakurê Îranê, di encama êrîşeke çekdarî de hatin kuştin ku hîn diyar nebûye bê kesên êrîşkar çi kes in.

Rahmetî kî ye?

Yasmîn Rahmetî muzîkjeneke navdar a Îranê ye û sala 1986`an li bajarê Arak ê Îranê ji dayik bûye. Rahmetê piştgiriya protestoyên dijî rejîma Îranê yên Jîna Emînî dikir.

Yasmînê gelek albumên muzîkê derxistine û berhemeke xwe diyarî Kiyan Pîrfelek kiriye ku di serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" de hatibû kuştin.