Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê tevî civîna ‘Ittîfaqa Rêvebiriya Dewletê’ bû
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê tevî civîna ‘’Ittîfaqa Rêvebiriya Dewletê’ û ‘Çarçova Koordînasyonê’ bû û bi wan re civînekî li dar xist. Li ser civînê berdevkê Konseya bilind ya Îslamî ya Iraqê Dr. Ali Difa ragihand û got:
“Di civîna ‘Ittîfaqa Rêvebiriya Dewletê’ de behsa peymanên siyasî, biryarên dadgeha federal ya Iraqê, budça 2024an, ziyareta serokwezîrê Iraqê ya Sûdanî ku wê here Washingtonê û li ser gelek mijaran axifîn.”
Serokê grûba ‘Dewleta Hûqûqê’ Arif Hamami ji bo Rûdawê ragihandiye ku li ser mijara petrolê, budçe, mehaneyên xebatkarên Herêma Kurdistanê û li ser gelek mijaran axifîne.
‘Ittîfaqa Rêvebiriya Dewletê’ û Çarçova Koordînasyonê’ di bin serokwezîrtiya Sûdanî de hukumeta Iraqê damezrandine. PDK û YNK jî di nava rêvebiriya hukumeta Iraqê de ne û hevkarên wan in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin