Nêçîrvan Barzanî bo civîna li gel Macron gihîst Bexdayê
PeyamaKurd – Ji bo hevdîtina Serokomarê Emmanuel Macron, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdayê.
Biryar e îro piştî nîvro li gel Serokê Fransayê Emmaneul Macron û herwiha rayedarên Iraqê bicive.
Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya îro ya bo Bexdayê de, dê li gel hersê serokatiyên Iraqê, Serokomar Berhem Salih, Serokwezîr Mistefa Kazimî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbusî jî bicive.
Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ji ber Serokê Fransayê Emmanuel Macron biryar da serdana Iraqê bike û li gel berpirsên Iraqê bicive pêk hat.
Li gor zanyariyan, civîna li gel Nêçîrvan Barzanî li ser daxwaza Macron bûye û îro piştî nîvro tê lidarxistin, ji ber ku dem kêm e Macron nikare serdana Hewlêrê bike û li Bexdayê jî dê tenê çend saetan bimîne.
Li gor agahiyan, mijara serweriya axa Iraqê, mijareke sereke ya gotûbêjên Macron û berpirsên Iraqî û Kurdistanî ye, ew yek jî di demekê de ye ku zêdetirî du mehan e Tirkiye di nav axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê de operasyonên serbazî pêk tîne. Tê texmînkirin ku pirsgirêkên navbera Amerîka û Îranê di nav sînorê Iraqê de mijareke din a gotûbêjên herdu aliyan be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin