Nêçîrvan Barzanî bo çend civînan pêk bîne gihîst Kuweytê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Kuweytê kir û dê bi Mîrê Kuweytê yê nû Newaf el Ehmed Cabir el Subah bicive.
Îro Sêşemê, di saet 10:30an de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Kuweytê û di vê serdanê de, dê hevxemiya xwe bo koça dawî ya Şêx Subah el Ehmed el Cabir Subah, mîrê berê yê wî welatî nîşan bide.
Nêçîrvan Barzanî, herwiha dê pîrozbahiyê li Mîrê Kuwêtê yê Nû, Newaf el Ehmed Cabir el Subah bike, ew jî bo destbikarbûna wî weke mîrê nû yê wî welatî.
Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li gel berpirsên pilebilind ên wî welatî, bihêzkirina peywendiyên dualî yên navbera Hewlêr û Kuweytê jî gotûbêj bike.
Di çend salên borî de, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Kuweytê ber bi bihêzbûnê ve diçin. Di navbera salên 2013 ta 2015an de, Serok Barzanî serdana Kuweytê kir û li gel mîrê wê demê yê wî welatî civiya.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin