Civîna Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dest pê kir

30 March 2021 16:04 0 dîtin
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dest pê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdaneke fermî li Parîsê ye, li Koşka Elyseyê ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Macron li koşka Elyseeyê, bi protokoleke fermî ya Fransayê û pêşwaziyeke germ û asta bilind, dest pê kir.

Piştî civîna Barzanî û Macron biryare herdu serok xwarina nîvro bi hev re bixwin û piştre li demjimêr 15:40 konferaneseke rojnamevanî li dar bixin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna herdu serokan de, pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Fransa, rewşa Iraqê, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî, pandemiya Covid-19 û bandorên wê dê bêne gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, herdu serok dê metirsiyên terorê û erkên Hevpeymaniya Navdewletî, girîngiya hevkarî hevbeşiya piralî ya jibo rûbirûbûna DAIŞê û çend mijarên din ku ji herdu aliyan re giring in, gotûbêj bikin.

Herwiha biryare li demjimêr 19:30 bi dema Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Frensa, Jean-Yves Le Drian hevdîtinekê bike û piştre jî bi Seroka Şaredariya Parîsê re jî bicive.