Nêçîrvan Barzanî pistgiriya xwe ya ji Fayîq Zîdan re ragihand

30 June 2024 23:42 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pistgiriya xwe ya ji Fayîq Zîdan re ragihand

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayîq Zîdan ragihand.

Fayîq Zîdan, ji aliyê endamekî Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve bi angaşta "mirovê Îranê ye" hatibû tawanbarkirin. 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê de wiha got:

“Em piştgirî û hevxemiya xwe ji Serokê Desteya Dadwerî ya Bilind Hakim Fayîq Zîdan re piştrast dikin. Em hewldanên wî yên gring û xizmeta wî ya ji bo dadwerî û neteweyî bilind dinirxînin."

 Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Em her armanckirin, rik lê girtin û daxuyaniyên ku ziyanê didin navûdengê wî û helwesta wî şermezar dikin red dikin."