Namzedê Îmaratê di civîna Stenbolê de wekî serokê Interpolê hat hilbijartin
PeyamaKurd - Polîsê Interpolê ragihand ku Ehmed Nasir di civîna Înterpolê ya li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê de, weke Serokê Rêxistina Polîsê Tawankarî ya Navdewletî (Interpol) hat hilbijartin.
Polîsê Interpol li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kiriye, namzedê welatê Îmaratê Ehmed Nasir Reîsî ji bo dema 4 salan weke Serokê Interpolê hat diyarkirin.
Lijneya Cîbicîkar a Interpolê ji serok û 3 endaman pêk tê, ji bilî wê 9 nûner hene ku ji hemû welatên cîhanê nûnertiya vê dezgehê dikin.
Interpol rêxistineke navdewletî ya ji bo lêkolîn û desteserkirina tawanbaran li hemû cîhanê ye û 195 welat tê de endam in û bi hev re di hemahengiyê de ne.
Welatên endam, ji bo desteserkirina tawanbaran agahî û zanyarîyan li ser tawanan didin hev. Baregeha sereke ya Interpolê li bajarê Leon ê Fransayê ye û li hemû welatên cîhanê jî ofîsên wê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin