Namzedên Saredariya Stenbolê wê rû bi rû biaxifin
PeyamaKurd - Namzedên Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Binali Yildirim û Ekrem Imamolgu wê di weşana zindî de rû bi rû biaxifin.
Bername wê roja Yekşemê di 21:00an de li dar keve. Moderatorîya bernameyê dê Ismail Kuçukkaya bike.
Piştî dema bernameyê dîyar bû berbijarê Partîya Dad û Geşepêdanê(AKP) Bînalî Yildirim û yê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu ji Twitterê daxuyanî belav kirin.
Bînalî Yildirim li ser vê geşedanê got, ‘’Ez hêvîdar im ku ew wêşan bo hemî Stenbolê bi xêr be’’.
İstanbul'un geleceğini konuşmak üzere, 16 Haziran Pazar günü saat 21.00’de @KucukkayaIsmail'in moderatörlüğünde@ekrem_imamoglu ile bir araya geleceğiz.
— Binali Yıldırım (@BY) 10 Haziran 2019
Bu yayının tüm İstanbullular için hayırlı olmasını dilerim.
Ekrem Îmamoglu jî ji Yildirim re serkeftin xwest û ji wî re got ku ‘’Ez kêfxweş im ku wê bi te re ser hemû aliyên Stenbolê biaxivim.’’
16 Haziran Pazar günü saat 21.00’de @KucukkayaIsmail moderatörlüğünde sizinle İstanbul’u tüm yönleriyle konuşmaktan büyük keyif alacağım. Başarılar dilerim @BY
— Ekrem İmamoğlu (@ekrem_imamoglu) 10 Haziran 2019
Hêjayî gotinê ye ku, di hilbijartinê 31ê Adarê de Îmamolgu bi ser ketibû lê ser daxwazên pêdaçûnê yên AKPê hilbijartina Stenbolê hatibû betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin