Nasnameyên 3 PKKyiyên jiyana xwe ji dest dabûn eskere bûn
PeyamaKurd – HPGê nasnameya 3 endamên xwe yên 3 sal berê li herêma Metîna jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Baskê leşkerî yê PKKê HPGê di daxuyaniya xwe de nasnameya 3 endamên xwe yên li herêma Metîna ya Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn parve kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 27'ê Tebaxa 2021'an de li herêma "Girê Colemêrgê" ya herêma Metîna 3 endamên wê jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku HPGyiyên ku nasnameya wan hatiye eşkerekirin Omer Salgûr ê bi kodnavê "Çekdar Xelîla" yê li Wanê qeydkirî ye, Sadık Guvercin ê bi kodnavê "Botan Sêgirkê" yê li Şirnexê qeydkirî ye û Ehmed Muhammed ê bi kodnavê "Ozgür Tolhildan" li nifûsa Mêrdîn-Nisêbînê qeydkirî ye.
Hate ragihandin ku Omer Salgûr di sala 2014an de, Sadık Guvercin di sala 2013an de û Ehmed Muhammed jî li Girkê Legê ya Rojava mezin bûye û ji wir jî tevlî rêxistinê bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin