HPG, nasnama 3 endamên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dabûn askera kir

06 August 2024 23:30 0 dîtin
HPG, nasnama 3 endamên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dabûn askera kir

PeyamaKurd – Li gor ragihandina Rûdawê; HPGê nasnama 3 endamên xwe yên ku li Herêma Kurdistanê li Xakurkê jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kir. HPG, di ragihandina nivîskî de got ku her sê HPGyî di meha Nîsan a 2024an de jiyana xwe ji dest dane.

Kesên jiyana xwe ji dest dane; ya bi navê kod “Sema Cuya Çewlik” bi navê xwe yê eslî Zilan Azak ku ji Çewlikê ye, yê kod navê wî “Bahoz Hewlêr” navê eslî Fawaz Oso ku ji Kobaniyê ye û yê bi navê kod “Fırat Harun” ku navê wî yê eslî Halef Karacan e û ji Persûsê (Suruc) ye.

Hatiye ragihandin ku Zilan Azak di sala 2015an de li Bedlîsê, Fawaz Oso di sala 2015an de li Kobaniyê û Halef Karacan di sala 2014an de li Diyarbekirê tevlî rêxistinê bûne.