NATO 72 saliya xwe pîroz dike: 'Li Cîhanê hevpeymana herî bi hêz e'
PeyamaKurd - Wezîrên Amerîkayê li ser 72 salîya hevpeymana NATOyê peyamên pîrozbahiyê belav kirin.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin di peyama li ser Twitterê de ragihand, NATO li cîhanê hevpeymana leşkerî ya herî hêzdar e û got: “Bo hemû hevalbendên me yên NATO û bo ferqa me bi nirxên me bi hevdu re parve kiriye çêkiriye, ez her roj spadar im.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî da zanîn ku NATO piştî 72 salan hê jî xurt e û got, hevpeymana NATO kiriye ku ew di aramîyê de ji berê ewletir bijîn.
Li ser hesabê fermî yê NATO jî peyamek hat belavkirin ku tê de qonaxên NATO tê de derbas bûye hatin nîşandan û hat diyarkirin, cîhan di 70 salan de guherî ye û NATO jî her tim bi cîhanê re xwe guherandîye.
Ev nîşandan hêza NATOyê û pîrozkirina 72 saliyê di demekê de tê ku di navbera Ukrayna û Rûsya de alozî zêde bûne û rewşa amadebaşiya şer heye ku NATO Ukranya jî hevalbenda NATOyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin