Barcelona 120 saliya xwe pîroz dike!..
PeyamaKurd – Tîma gewre ya Îspanî ku li cîhanê jî bi nav û deng e, kete 120 saliya xwe.
Tîma Barcelona ya Îspanî ku tîma Katalan e bi piştgiriya xwe ya bi çarenivîsa gelê Katalan jî tê naskirin.
Barcelona 29ê Mijdara 1899an ji aliyê 6 welatiyên Îspanî, 3 welatiyên Swîsreyî, 2 Brîtanî û Almanekî ve hatiye damezirandin.
Barcelonayê di 119 salên têkoşîna xwe ya futbolê de gelek serkeftinên mezin bidest xistine. Biryare Barcelona ketina 120 saliya xwe bi çalakiyên curbecur pîroz bike.
Barcelonayê di 119 salên xwe de, 26 şampiyoniyên lîgê, 5 şampiyoniyên Lîga Şampiyonan, 30 Kûpayên Kîng, 13 Kûpaya Super a Îspanî, 5 Kûpaya Ewropa, 4 Kûpaya UEFA û 3 Kûpayên Klûbên Dinyayê wergirtine.
Piştî tîma Real Madridê tîma ku li cîhanê herî zêde dahata wê ya aborî heye Barcelona ye û di navbera salên 2017-2018 de 690,4 miyon euro pere qezenc kiriye.
Barcelona, îsal jî di La Liga de, beriya 14 hefteyên mayî yên lîgê di asta lîdertiyê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin