Nêçîrvan Barzanî: Ala Kurdistanê ji bo armanceke pîroz me dike yek
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Kanûnê di merasîma Roja Alaya Kurdistanê de li Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Roja Alayê li cem Kurdistaniyan helkeftineke bilind û pîroz e. Em di wê rojê de rêzê li semboleke xwe ya zindî digirin, ku nasname û şkoya welatê me dihewîne û tevî cudahiyan me hemiyan bi hev re kom dike û ji bo armanceke pîroz me dike yek.”
Serokê Herêma Kurdistanê got, “Ev ala, ku bi rengên xwe yên geş û xweşik û roja xwe ya zêrîn peyama xebat û hêviyên gelê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve hildigire, welat û rûmet û bihevrebûn û hevçarenivîs û tevaya Kurdistaniyan îfade dike.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser pêkanîna hikûmeta dehem a Kurdistanê jî da zanîn ku divê demildest kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were avakirin.
Nêçîrvan Barzanî li ser pêwendiyên li gel Iraqê diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew ji diyalog û hevtêgihiştinê re amade ne.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa rewşa herêmê kir û gotB “Îsal em Roja Alaya Kurdistanê li herêmê di rewşeke hestiyar de pîroz dikin. Bandor û encamên bûyeran li ser aştî û aramiyê bûne cihê dilgiraniyê.”
Nêçîrvan Barzanî ji partiyên siyasî û welatan re diyar kir ku ew dê ji bo kêmkirina aloziyan hevkariyê bikin û got: “Em dê ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ku mafê hemûyan biparêze û paşerojeke aram ji gelên herêmê re misoger bike, hevkariyê bikin. Tecrubeya Herêma Kurdistanê ya di warê bihevrejiyana aştiyane de dikare bibe mînakek ji bo derbaskirina qeyranan û pêkanîna aştiyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin