NATO ji Almanyayê re: "Butçeya parastinê zêde bike"

06 November 2024 10:07 0 dîtin
NATO ji Almanyayê re: "Butçeya parastinê zêde bike"

PeyamaKurd – Piştî şerê Ukraynayê, Almanya ku bi ferzkirina DYAyê ji sedî 2yê berhema xwe ya nesafî ji bo lêçûnên parastinê veqetand, hê jî ji NATOyê sûd wernegirt. Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte diyar kir ku her çend Almanya budçeya xwe ya parastinê zêde kir jî ev têrê nake.

Li gorî nûçeyê, Rutte piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr Olaf Scholz re li Berlînê destnîşan kir ku divê hemû hevpeyman veberhênanên xwe yên berevaniyê zêde bikin. Rutte da zanîn ku ew di wê baweriyê de ne ku Almanya wê di vî warî de gavên pêwîst bavêje.

Serokwezîr Scholz herwiha bi bîr xist ku piştî şerê Ukraynayê hikûmeta Alman bi biryar bertek nîşan da û budçeya parastinê zêde kir. Scholz tekez kir ku divê hevpeymaniya parastinê ew qas bihêz be ku "kes nikaribe êrişê bifikire."