Endamên NATO yê bo parastinê pereyekî zêde dê xerc bikin
PeyamaKurd- Welatên endamên NATO yê bo sala 2019an bi temamî 984 mîlyar û 234 mîlyon dolar bo parastinê veqetandine. Li gor sala borî ev tê wateya ku %3,9 zêdetir pere veqetandine. Perê herî zêde ji aliyê Amerîka de tê xerckirin. Amerîka bi tena serê xwe mesarefa NATO yê %70 ê wê ew dide. Ev jî dike 685 mîlyar û 99 mîlyon dolar.
Piştî Amerîkayê Brîtanya 65 mîlyar û 527 mîlyon dolar, Almanya 49 mîlyar û 132 mîlyon dolar, Fransa 47 mîlyar û 705 mîlyon dolar, Îtalya 23 mîlyar û 281 mîlyon dolar û Kanada 21 mîlyar û 277 mîlyon dolar heya dawiya salê dê xerc bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin