NATOyê bang li endaman kir: Lêçûnên parastinê zêde bikin!
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, bang li welatên endamên NATOyê kir ku zêdekirina lêçûnên xwe yên parastinê bilez bikin û got ku ew li bendê ne ku di lûtkeya Lîtvanyayê de li ser vê mijarê lihevkirinek bê kirin.
Jens Stoltenberg piştî hevdîtina bi Serokwezîr Antonio Costa re li Qesra Sao Bento ya li Lîzbona paytexta Portekîzê ku bi serdaneke fermî lê hat lidarxistin, di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî.
Stoltenberg diyar kir ku piştî êrîşa Rusyayê ya li ser Ukraynayê, cîhan xetertir bûye û tu welatek nikare bi tena serê xwe li hember van pirsgirêkan şer bike û got ku divê welatên hevpeyman lezê bidin zêdekirina lêçûnên xwe yên parastinê.
Sekreterê Giştî diyar kir ku ew pêşbînî dikin ku di Lûtkeya NATOyê ya ku dê di 11-12 Tîrmehê de li Lîtvanyayê bê lidarxistin de serokên welatên endam dê li ser sozê li hev bikin ku herî kêm ji % 2yê ê hilberîna nesafî (GDP) ji bo parastinê veqetînin.
Stoltenberg da zanîn ku li gorî raporta NATOyê ya sala 2021an, 7 ji 30 welatên endamên hevpeymaniyê (ku bi Finlandiyayê re bûne 31) gihîştine armanca xwe ku beriya şerê Ukrayna û Rusyayê ji % 2yê GDPê ji bo parastinê xerc bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin