Mesrefa bergiriyê yên endamên NATOyê dê %18 zêdetir bibe
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Amerîkayê li Koşka Sipî ji aliyê serokê Amerîkayê Joe Biden de hat pêşwazîkirin. Stoltenberg got ku wê mesrefên bergiriyê yên endamên NATOyê îsal %18 zêdetir bibe û wê NATO dewam bike ku bibe hevkariyekî nuklerî. Stoltenberg got:
“Wê mesrefên endamên NATOyê zêdetir bibin. Em dikarin weşana mesrefên berevaniyê yên nûh bikin. Van reqeman li Ewrûpa û Kanadayê nîşan dide ku mesrefên wan %18 zêdetir bûne. Ev zêdebûna mesrefê nîşan dide ku bi deh salaye zêdebûna herî zêdeye. Wê 23 hevkar îsal %2 û belkî zêdetir ji hasila xwe ya nesafî ji bo berevaniyê mesref bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin