NATO: Putin, dê rewsê wekî çek bi kar bîne
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, beriya Civîna Wezîrên Karên Derve ya NATOyê, daxuyaniyek da çapemeniyê. Stoltenber, şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand û diyar kir ku dê Vladimir Putin, zivistanê wekî çek li dijî Ukraynayê bi kar bîne.
Stoltenberg, beriya civîna ku dê di navbera 29 û 30ê Mijdara 2022yan de li paytexta Romanyayê ya Bukreşê dest pê bike, pirsên rojnamevanan bersivandin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê, li ser şerê dewam dike Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin tawanbar kir û got,
"Rastî wisa nîşan dide ku Serok Putin niha hewil dide zivistanê wekî çekeke şer, li dijî Ukraynayê bikar bîne. Îhtîmal e ku Rusya êrîşên xwe yên li ser tora elektrîkê, gaza xwezayî û binesaziya xizmetên bingehîn ên Ukraynayê berdewam bike.”
Stoltenberg diyar kir ku wezîrên karên derve dê li ser rêyên muhtemel ên piştgiriya Ukraynayê biaxivin û got,
"Em nikarin bihêlin ku Putin têk bibe. Ev yek vê peyamê dide ku dê bi bikaranîna hêzê, xwe bigihîne vê armancê.”
Her wiha Sekreter Stoltenberg diyar kir ku wezîrên karên derve dê di civîna du rojan de alîkariya ku ji bo Bosna Herzegovina, Gurcistan û Moldovayê ku di bin zexta Rusyayê de ne bê dayîn jî gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin