NATO wê ji bona Sûriyeyê civîna awarte bike

14 April 2018 21:32 0 dîtin
NATO wê ji bona Sûriyeyê civîna awarte bike

PeyamaKurd - Konseya Atlantîka Bakur ya NATOyê ji bona operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya dijî rejima Esed wê derasayî bicive.
NATOyê daxuyanî da û destnîşan kir ku  wê li baregeha Brukselê piştî nîvro ji bona nirxandina rewşa Sûriyê derasayî bicivin û hevpeyman dê êrişên dijî rejima Esed gotûbêj bikin.

Li gor agahiyan di konseyê de wê nûnerên Amerîka, Brîtanya û Fransayê der barê êrişên li Sûriyeyê de hevpeymanên din agahdar bikin.

Konseya Atlantîka Bakur ya NATOyê di serokatiya Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî de bi beşdariya nûnerên daimî yên 29 dewletên endam bicive.