NATOyê bang li hevpeymanan kir: Kinerêya astiyê pistevaniya zêdetir a leskerî ye!
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku rêya herî kurt a aştiya Ukraynayê, li hember Rûsyayê piştevaniya zêdetir a leşkerî bo Kîevê ye.
Jens Stoltenberg, di hevpeyvîna digel ajansa nûçeyan a Alman DPAyê de gotiye, "Bang li hevpeymanan dikim zêdetir alîkariyê bidin Ukraynayê. Ji ber serketina Ukraynayê û têkçûna Pûtîn di berjewendiya me ya ewlehiyê de ye.”
Stoltenberg, bal kişandiye ser ku divê zêdetir alîkariyên sîstemên leşkerî û cebilxaneyan bo Ukraynayê bên şandin ku gelekî pêdiviya wan pê heye û diyar kiriye, her çiqas piraniya şeran li ser maseya gotûbêjê bidawî dibin jî rêya herî kin a aştiyê piştevaniya zêdetir a Kîevê ye.
Sekreterê NATOyê destnîşan kir ku serkeftina Ukraynayê ya di muzakereyan de jî girêdayî rewşa leşkerî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin