Navê Esat Oktay Yildiran ji ser dibistanê rakirin

28 December 2023 00:22 0 dîtin
Navê Esat Oktay Yildiran ji ser dibistanê rakirin

PeyamaKurd – Li bajarê Îzmîrê li dibistana Belebaşiyê navê Esat Oktay Yıldıran dabûn dibistanê. Yıldıran, ew kese ku li bakûrê Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê fermandarê zîndana leşkerî bû û îşkencê li hezaran girtiyên zîndanê kiribû û zîndaniyan kuştibû. Ji bo wî çepgir an rastgir ferq nedikir û bi taybetî girtiyên Kurd îşkence dikir.

Li ser di raya giştî de bertekên zêde ji navê Esat Oktay Yıldıran re hatin nîşandan, wezareta perwerdê ya Tirkiyê navê Esat Oktay Yıldıran ji dibistanê rakir û kir “Belenbaşı İlkokulu.”

Wezareta perwerdê ya Tirkiyê duhî fermanê dabû parêzgeha Îzmîrê da ew navê ku raya giştî diêşîne û wijdana xelkê ji wan re tehemmulê nake, ji ser dibistanê rake.