Navê Esat Oktay Yildiran li dibistanekê kirin

26 December 2023 14:42 0 dîtin
Navê Esat Oktay Yildiran li dibistanekê kirin

Peyama Kurd – Li Îzmîra bajarê Tirkîyeyê, navê Esat Oktay Yıldırayê ku di pêvajoya derba leşkerî ya 12ê Îlonê de, wek Gerînendeyê Giştî yê Zindana Amedê, bi kuştin û skencekirina bi sedan girtîyên Kurd tê nasîn li dibistaneke seretayî kirin.

Dibistana li navçeya Bûca ya Îzmîrê ku navê wê yê berê “Şehit Sadık Şen İlkokulu” bû, bi beşdarîya Qeymeqamê Bûcayê Mahmut Nedim Tunçer, bi merasîmekê hate guhertîn û navê Esat Oktay Yıldırım lê hate kirin.

Qeymeqamê Bûcayê Tunçer, bi merasîmekê navguhertina vê dibistanê, di hesabê xwe yê medya civakî de, bi wêneyan re parve kir.

Di wêneyên ku qeymeqam parve kirîye de malbata Esat Oktay Yıldıray jî hene.

Piştî ku agahîya ‘ku navê Esat Oktay Yıldıray li vê dibistanê hatiye kirin’ peyamên bertekî yên tûnd hatin dayîn.

Gellek sîyasetmedar, rewşenbîr û mirovan, li ser medyaya civakî vê guhertinê bi tûndî rexne û şermezar kirin.

Parlamentera Qersê ya DEM Partîyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Esat Oktay Yıldıray

Wek “Skencedar, kuçer û nîjadperest” pênase kir û got: “Em ê destûr nedin ku hun skencedaran ji bo zarokan bikin modêl.”  

Esat Oktay Yıldıray kî ye?

Esat Oktay Yıldıray ku di pêvajoya piştî derba leşkerî ya 12ê Îlonê de ji alî artêşa ku dest danîbû ser rêveberîya Tirkîyeyê ve, wek Gerînendeyê Giştî yê Girtîgeha Amedê hatibû tayînkirin. Di dema birêvebirina Esat Oktay Yıldıray de, li Zindana Amedê, ji ber stence û hovîtî û kiryarên dermirovî, ji 50yî bêtir girtî hatin qetilkirin, bi hezaran Kurd, ji ber wan skenceyan tûşî nexweşîyên giran yên laşî û derûnî.

Piştî vê pêvajoyê, Esat Oktay Yıldıran, di 1988an de li Stenbolê ji alîyê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve bi êrîşeke sûyîqestî hatibû kuştin.

Gellek Kurdên ku niha di nava siyaseta bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de çalak in, mexdûrên wê pêvajoya Zindana Amedê ya dema Esat Oktay Yıldıray in.