Navê kesên digel Prîgojîn di balafira ketî de mirine hate eskere kirin
PeyamaKurd – Ajansa Veguhestina Asmanî ya Federalî ya Rûsyayê, navê kesên ku di balafira ketî ya ku damezrîner û serokê koma leşkerên kirêkirî Wagner Yevgeniy Prîgojîn jî tê de bû eşkere kir.
Li gorî ajansê di balafira ketî de ji bilî Prîgojîn, cîgirê wî Valeriy Çekalov û çend fermandarên bi navên; Utkin Sergey Propustin, Yevgeniy Makaryan, Aleksandr Totmin, Nikolay Matuseyev, Aleksey Levşin, Rustam Karimov û Kristina Raspopova jî can dane.
Tê gotin ku balafira Prîgojîn ji aliyê sîstemên moşekî yên rûsî S400an ve hatiye xistin û hesabên Koma Wagnerê jî piştî bûyerê ragihandine ku heger mirina Prîgojîn piştrast bibe ew dê tola wî ji Kremlînê hilînin.
Hêjayî gotinê ye, Prîgojîn û Wagnerê 24ê Hezîrana borî li hember Pûtîn îsyan kiribû û piştre jî bi navbeynkariya Serokê Belarûsê Aleksandr Lukeşenko lihevkirin çêbûbû û hêzên xwe kişandibûn Belarûsê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin