Navê leskerên li Zapê jiyana xwe ji dest dan hatin eskerekirin
PeyamaKurd – Hejmara leşkerên ku li Zapê di pevçûna bi PKKyiyan re jiyana xwe ji dest dan 9 zêde bû. Wezîrê Parastina Neteweyî Guler nasnameya leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) di 12ê Çileyê de li herêma Zapê ya di nav sînorên navçeya Amediyê ya Duhokê de operasyona "Pençe-Kilit" ku dewam dike, li dar xist. Hat ragihandin ku di pevçûna bi PKKyiyan re 3 jê giran 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 8 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Parastina Neteweyî, ji 13ê Çile ve hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dane derket 9an.
Hat ragihandin ku leşkerên birîndar li nexweşxaneyê di bin tedawiyê de ne.
Nasnameyên leşkeran hatin eşkerekirin
Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler nasnameya 9 leşkerên danê sibehê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê nasnameya leşkeran wiha ye:
Pisporê Peyade Muslüm Ozdemir, Pisporê Peyade Emrullah Gülmez, Tegûbê Piyade Gökhan Delen, Pisporê Piyade Çawîş Serkan Sayin, Pisporê Peyade Kemal Batur, Pisporê Piyade Çawîşê Pispor Hakan Gun, Pisporê Piyade Çawîş Ahmet Köroğlu, Muhendîs Pisporê Peymandar Murat Atar, Muhendîs Pisporê Peymandar Muhammed Tunahan Evcin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin